Penaberên ji Tirkiyeyê diçin, Yewnanîstanê dixin nava fikaran

Ligel peymana li ser penaberan ku Tirkiyê bi YE'yê re mohr kir, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn li gorî sala borî 40 ji sedî zêde bû. Li hemberî vê zêdebûnê ne YE, ne jî UNCHR çareseriyeke mayînde dibînin. 

Li gorî daneyên Komîsertiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNCHR) eşkere kir, hejmara penaberên ku ji Tirkiyeyê li ser Merîçê re derbasî Yewnanîstanê dibin her ku diçe zêde dibe. Ji serê salê heta meha Cotmehê tenê hejmara penaberên ku li ser Merîçê re derbasî Yewnanîstanê bû gihiştiye 11 hezarî.

Li gorî sala borî zêdebûna penaberan 40 ji sedî zêde bûye. Sala 2017’an 5 hezar 500 kes li ser Merîçê re ji Tirkiyê derbasî Yewnanîstanê bibûn. Li gorî daneyên nû yên Wezareta Koçberî û Penaberiyê ya Yewnanîstanê rojê nêzî 100 penaberan bi riya bejahî û deryayî derbasî Yewnanîstanê dibin. 

Rayedarên UNCHR’ê yên li Yewnanîstanê ji ajansa Fransayê AFP’yê ra axivîn û eşkere kirin ku 73 ji sedî kesên serî li penaberiyê dayî yên ji ber şer mal û warê xwe terikandî ne. Di rêza destpêkê de jî penaberên ji Sûriye, Efganîstan û Iraqê ne. 

HEJMARA PENABERÊN ZAROK ZÊDE DIBE!

Li hemberî vê zêdebûna penaberan rayedarên hikumeta Yewnanîstanê û yên UNCHR’ê ne karîne çareseriyekî peyda bikin. Nexasim jî zêdebûna penaberên hêj di temenê zarok de ne rayedaran dixin nav fikaran. Rayedarê UNCHR’ê yê li wargeha penaberan a li Fylakioyê Margaritis Petritzikis dibêje, “Li hemberî zarokên ku her roj hejmara wan zêde dibe, em nizanin ka em ê çi bikin.” 

Rêveberê heman wargehê ku li ber peravê çemê Merîçê ye Irini Logotheti jî dibêje, “Li vê wargeha ku dahêneya wê 180 ye mixabin niha 265 kes neçar lê dimînin. Ji van 93 kes, zarokên bêkes in. 

Rayedarên hikumeta Yewnanîstanê diyar dikin ku ku peymana Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hikumeta AKP’ê re mohr kirî kêra tiştekî nayê. YE’yê Adara 2016’an bi bi hikkumeta Tirkiyê re peymana penaberan mohr kiribû. Li gorî vê peymana ku bi pêşengiya Elmanyayê hatî mohrkirin, nêzî 3 mîlyon penaberên ku ji welatên mîna Sûriye, Efganîstan û Iraqê hatî wê li Tirkiyê bihatana ragirtin, ango wê dewleta Tirk sînorên xwe zêdetir biparasta û nehişta penaber derbasî bin. Lê belê vê yekê pêk nayne.