Penaber gihîştin ser sînor, Pentagonê got 'sînor wê bê parastin'

Karwana koçberan ku meha Cotmehê ji Hondûrasê bi rê ket, nêzî DYA'yê bûye. Pentagonê got, "parastina sînor, zarûrî ye" û xwedî li biryara şandina leşkeran a ber bi sînor ve derket.

Karwana koçberan ku 13'ê Cotmehê ji Hondûrasê bi rê ket û berê xwe da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di nava Meksîkayê re derbas dibe û nêzî DYA'yê dibe. Karwan bi giştî ji 5 hezar kesî pêk tê û gelek komên xwe yên cuda hene. Hatibû ragihandin ku beşek ji wan gihîştine bajarê Tîjûanayê ku li ser sînorê Kalîforniyayê ye.

Piştî ku karwana koçberan gihîşt ser sînor, yekîneyên sînor ên DYA'yê hatin xurtkirin. Di çarçoveya operasyona bi navê "Welatparêzê dilsoz" de herî kêm 5 hezar û 900 leşker ji bo alîkariyê bidin polîsên li ser sînor, li herêmê ne.

Wezîrê Parastinê James Mattîs diyar kir, hejmara leşkerên li ser sînor dibe ku bibe 9 hezar û got, leşker wê bi giranî bi rola piştgiriya lojîstîk rabin.

Mattîs diyar kir, "Operasyona Welatparêzên Dilsoz" 'legal' e û îdîa kir ku destekkirina polîsên sînor karekî 'exlaqî û wezîfeyê' ye.

Mattîs ev daxuyanî li bargehe leşkerî ya Donna ya li eyaleta Teksasê kir.