Pêla protestoyên li dijî nijadperestiyê li Ewropayê belav dibe

Li DYE’yê piştî ku polîsekî di meha Gulanê de reşikek xeniqand çalakiyên protestoyê li her dera Ewropayê zêde bû. Bi deh hezaran kes daketin qadan.

Roja Yekşemê li gelek welatên Ewropayê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestiyê daketin qadan. Li gelek bajaran li dijî polîsan şer hate kirin.

LI BRUKSELÊ 10 HEZAR KES MEŞIYAN

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye 10 hezar kes li dijî nijadperestî û şîddeta polîsan meşiyan. Êvarî jî li dijî polîsan şer kirin. Gelek mixaze hatin talankirin û konteynirên çopê hatin şewitandin. Di van şeran de gelek kes birîndar bûn.

MADRÎD: BÊYÎ EDALETÊ AŞTÎ PÊK NAYÊ

Li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye nêzî 3 hezar kes li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê hatin ba hev û qetilkirina George Floyd şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku ‘Bêyî edalet aştî pêk nayê.’

LI BRÎSTOLÊ PEYKERÊ BAZIRGANÊ KOLEYAN HATE HILWEŞANDIN

Li Londrayê jî gel daketin qadan. Li Brîstolê peykerê bazirganê koleyan Edward Colston hate hilweşandin.

Li Hollandayê bi hezaran kes li bajarên Zwolle û Maastrîchê daketin qadan.

Roja Şemiyê werzîşvanên Bayern Munîchê jî li dijî nijadperestî çong danîn erdê. Li Berlînê jî 15 hezar kes li dijî nijadperestiyê daketin kolanan.

Li Swîsreyê bi hezaran kes bi cilên xwe yên reş li Lozanê daketin kolanan. Roja Înê li bajarên Bîelê, roja Şemiyê li Basel, Bern, Zurîh û Neûchatelê jî çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye 15 hezar kes hatin ba hev û şîddeta polîsên li DYE’yê şermezar kirin.

Roja Şemiyê ji Evûstralyayê heta Tûnûs û Fransayê li gelek welatan mirov li dijî nijadperestiyê daketin qadan.