Pêkanînên nû yên DYE'yê yên li dijî Îranê ketin meriyetê

Pêkanînên rêveberiya DYE'yê yên li ser şîrketên sereke yên sektora veguhêziya deryayî yên Îranê roja Duşemê ketin meriyetê.

Rêveberiya Washîngtonê, pêkanînên li ser şîrketa "Islmaic Republic of Iran Shipping Lines (IRISL) û şaxê wê yê li Şangayê meha Kanûnê eşkere kiribû.

Lê belê li gorî Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo, bicihanîna pêkanînan ji bo "peydakirina rêyên alternatîf ên îxracatvanên ku malên mirovî veguhezîne" ji bo şeş mehan hate taloqkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Pompeo de hate gotin, "Ev dem niha bi dawî bû. Yên ku dixwazin bi Îranê re karê xwe bidomîne, yan jî malên xwe bi rêya deryayê bibin û bînin, divê ji xwe re keştî yan jî rêbazeke cuda peyda bikin."

IRISL di nava barhilgirî û veguhestinê de li cîhanê yek ji pênc şîrketên herî mezin e. Bi hinceta têkiliyên xwe yên bi karê nukleerê yê Îranê re ji xwe di lîsteya reş a Xezîneya DYE'yê de bû. Şîrket bi pêkanînên dawî re kete lîsteyeke din a reş a ku pêwendiya xwe bi bernameya çekên tunekirina girseyî heye. Bi gotineke din ev şîrket tê sûcdarkirin ku alavên bernameya fuzeyên balîstîk ên Îranê vediguhêzîne."

Pompeo diyar kir, ku ya hatiye kirin "hişyariyeke eşkere ye" û destnîşan kir ku her kesên bi IRISL an jî E-Sail re kar dike wê bikevin ber pêkanînan.

Pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê di çarçoveya kampanya zextê ya maksîmûmê de bi rê ve diçe. Rêveberiya Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştî ku sala 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji bernameya nukleerê ya bi Îranê re vekişand, dest bi pêkanînan kiribû.