Pêkanînên li ser Îranê: Muafiyeta 8 welatan tê rakirin

Li gorî rojnameya Washington Postê, rêveberiya DYE'yê muafiyeta 8 welatan a petrolê ji Îranê dikire radike.

Rêveberiya Washigtonê, meha Mijdarê pêkanînên li ser firotina petrola Îranê ji nû ve xistibû meriyetê.

Piraniya pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê, di çarçoveya peymana nukleerî de ya meha Hezîrana 2015'an li Viyanayê hatibû îmzekirin, destpêka sala 2016'an hatibûn rakirin.

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kiribû, peymana ku di dema serokê berî wî Barack Obama de hate îmzekirin bi kêrî Îranê tê û biryar dabû ku xwe bi rengekî yekalî ji peymanê vekişîne. Bi vî rengî pêkanîn ji nû ve kete rojevê.

Di vê çarçoveyê de li ser firotina petrola Îranê pêkanîn hate ferzkirin, lê 8 welat li derveyî van pêkanînan hatibûn hiştin. Welatên li derveyî pêkanînan hatin hiştin: Çîn, Hîndistan, Japonya, Koreya Başûr, Tayvan, Tirkiye, Îtalya û Yewnanîstan. Ji van welatan re 6 meh dem hatibû dayin ku karibin petrolê ji Îranê bikirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê ku agahiyên xwe dispêre du çavkaniyên Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo wê roja Duşemê daxuyaniyekê bide û diyar bike, muafiyeta ji bo 8 welatan hatiye dayin wê 2'ê Gulanê bê rakirin.