Pêkanînên DYE yên li ser Tirkiyeyê wê di 7’ê Nîsanê de dest pê bike

Ji ber pergala parastina hewayî ya S-400 a ku dewleta Tirk ji Rûsyayê kirîbû, DYE biryar dabû ku li dijî Tirkiyeyê pêkanînan bike. Wê ev pêkanîn di 7’ê Nîsanê de têkeve meriyetê.

Wezareta Karê Derve ya DYE diyar kir ku di çarçoveya qanûna CAASTA de wê pêkanînên li ser Tirkiyeyê di 7’ê Nîsanê de were destpêkirin.

Di çarçoveya qanûnê de derbarê Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê, serokê wê Îsmaîl Demîr û sê rayedarên wê biryara pêkanînan hatibû dayîn.

Di vê çarçoveyê de wê derbarê Alîkarê Serokê Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê Farûk Yîgît, Midûrê Koma Serokatiya Daîreya Parastina Hewayî û Fezayê ya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê Mûstafa Alper û derbarê Serokê Daîreya Parastin û Fezayê ya Hewayî Serhat Gençoglû pêkanîn were kirin.

Li gorî pêkanînan wê îxracata Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê ya ji bo Emerîkayê were qedexekirin, hesabên Demîr û yê sê xebatkaran were sekinandin û vîzeya wan jî were sînordarkirin. Biryara van pêkanînan di meha Kanûnê de hatibû dayîn.