Pedersen: Şer li pêşiya pêvajoyê asteng e, sivîl dimirin!

Nûnerê Taybet ê NY’yî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen diyar kir ku operasyona dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya pêvajoya dibe asteng, şer bandorê bi damdarî li sivîlan dike.

Nûnerê Taybet ê NY’yî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen li ser xebagtên Civîna Komîteya Destûr Bingehîn a Sûriye ku wê 25’ê Mijdarê ji nû ve destpê bike li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê axivî.

Pedersen anî ziman ku civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê di aliyê wan de baş derbas bûye, hatina gel hev a endamên rejîm û komên ‘muxalîf’ a li heman odeyê weke seketinekê nirxand.

Pedersen destnîşan kir ku ji bo serketina xebatên Komîteya Destûra Bingehîn pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî ya tevlîbûnekek giştî heye, bibîr xist ku şerê bi çekan ên li qadê ji bo siberoja Sûriyeyê gefan dide çêkirin.

Pedersen domdarî got: “Her çendî lihevkirinên di navbera Tirkiye DYE û Rûsyayê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêmkiribe jî, hê jî li herêmê raporên şer û bomberdûman didomin tên.”

Pedersen anî ziman ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker sivîl dimirin, bal kişand ku hê jî gel ji cih û warên xwe koçber dibin.

Pedersen raporên rêveberiya xweser û saziyên civaka sivîl ên li ser qetilkirina bi sedan sivîlî jî nedîtî ve hat, îdîa kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tene 90 sivîl mirine. Pedersen hejmara bi sedhezaran kesên ji warên xwe koçkirine jî weke 70 hezar nîşan da.

Pedersen anî ziman ku bûyerên li qadê rûdidin bi fikar in û got: “Ji hewldan û kiryarên hê zêdetir rê li ber kûrkirina şerê navneteweyî ya li Sûriyeyê bêgirtin û ji heldanên serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparebûna xaka Sûriyeyê bê derbaskirin bê dûrxistin.”