PDK li Lozanê jî yekîtiyê sabote dike

Ji bo salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê demeke kurt ma. Kurd xwe amade dikin ku di bin sîwana KNK'ê de bi hevkariyeke berfireh çalakiyên Lozanê lidar bixin. Lê belê PDK careke din bangên yekîtiyê red kir.

Di serî de Kurd, gelên mexdûrê peymana Lozanê xwe ji çalakiyên berfireh re amade dikin.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) 52 rêxistinên Kurd ên li çar pareyên Kurdistanê û dîasporayê, weke yekîtiya li dijî Peymana Lozanê nêzî sê sal in kar dikin.

Komîteyê li Qesra Rûmîne par konferansek lidar xist ku li wê Qesrê Peymana Lozanê hatibû mohrkirin. Komîteyê ragihandibû ku wê heta 24'ê Tîrmehê çalakiyan lidar bixe.

PDK'ê bersiv neda bangên komîteyê û bi kesên nêzî xwe di 27-28'ê Gulanê de li otela Royal Savoy a li Lozanê konferansek lidar xist.

Navên siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle, Prof. Bîlgîn Ayata, Prof. Abbas Valî û Prof. Pîshko Hamatahîr ji bo konferansê derbas bûn. Dîcle nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku haya wî ji konferanseke bi vî rengî nîne.

Komîteya li dijî Lozanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev yek exlaqî nîne, yên li dijî Lozanê nikarin li hev kom bibin, cihê xemgîniyê ye ku bi vî rengî tevdigerin.

HATÎP DÎCLE: HAYA MIN JI KONFERANSÊ NÎNE

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku haya wî ji konferanseke bi vî rengî nîne û got, "Ez doh li Qesra Rûmîne tevlî panelekê bûm. Haya min ji lidarketina konferanseke bi vî rengî nîne."

Dîcle bi dewamî got, "Dil dixwest ku di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de rêxistinên Kurdan hemû li hev kom bibin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Lê belê ev nêzîkatiya yên xwe nadin ber yekîtiyê rast nîne."

KARAMÛS: EGER JI DIL BIN, EM JI HEVDÎTINÊ RE AMADE NE

Rêveberiya PDK'ê ya ku bersiv neda banga KNK'ê, bi sazî û kesên nêzî xwe konferans lidar xist. Mesût Barzanî jî peyamek jê re şand. Barzanî di peyama xwe de got, "Bêguman ev yek wezîfeyeke pîroz e û bicihanîna vê wezîfeyê bi biratî, hevkarî û yekîtiya we hemûyan dibe. Di nava vê wezîfeyê de divê dest ji berjewendiyên teng bê berdan û berjewendiyên Kurdistanê di ser hemûyan de bê dîtin."

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs diyar kir ku ew tevlî naveroka daxuyaniya Barzanî dibin, lê belê di pratîkê de rayedarên PDK'ê bersiveke erênî nedane hevkarî û yekîtiyê.

Karamûs bi bîr xist ku ji sala 2014'an û vir ve ji bo yekîtiyê ew kar dikin û anî ziman, ne Mesût Barzanî, ne Nêçirvan Barzanî û ne jî Mensûr Barzanî bersiv nedan van hewldanan. Karamûs got, "Em li bendê ne ku ji dil bin."

Karamûs got, "Beriya her tiştî em peyama Mesût Barzanî ya ji bo vê konferansê, ji aliyê yekîtiya Kurdan ve bi wate dibînin. Ji ber ku bi salane weke KNK em ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bang dikin. Kêm zêde sîwaneke me ya neteweyî heye. Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek partî û rêxistinên siyasî di binê vê sîwanê de tevdigerin. Me çend caran bang li PDK'ê kirin. Heta niha ne erênî ne jî neyînî bersiv nedane."

BARZANÎ KU YEKÎTIYA NETEWEYÎ RED DIKE, GELO DAXUYANIYA WÎ CIHÊ BAWERIYÊ YE?

Karamûs her wiha got, "Gelo ev daxuyanî çiqasî ji dil e? Gel wê heta kîjan astê baweriya xwe bi vê daxuyaniyê bîne? Ji yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê ku di daxuyaniyê de qalê dike, divê mirov çi fêhm bike? Ev bang ji bo kê ye? 56 partî û saziyên siyasî yên Kurdistanî, zêdeyî 10 rêxistinên civakî û bi sedan kesayet di bin sîwana KNK'ê de civiyane. Eger van rêxistin û kesayetan weke Kurd, weke welatparêz nabînin, wan neteweyî nabînin hingî ev bang ji bo kê ye?"

Karamûs destnîşan kir ku divê Kurd li dijî Peymana Lozanê bibin yek deng û ji bo vê jî ew demeke dirêj e karê yekîtiyê dimeşînin.

Karamûs got, "Ji bo li dijî Peymana Lozanê bibin yek deng em dixebitin. Niha li Lozanê konferansekê lidar dixin, bila ew bi xwe ji xwe bipirsin bê ev çiqasî Kurdistanî ye. Daxuyaniya ku hate dayin, di heman demê de daxwaza me ye. 24 sal in em hewl didin vê wezîfeya pîroz bi cih bînin. Xeta me ya sor di vê mijarê de gelekî şênber e. Eger destê xwe neketibe xwîna Kurdan, li parçeyekî Kurdistanê hevkarî bi dijminên gelê Kurd re nekiribe, em amade ne bi her kesî re bixebitin. Me ti carî nekir malê partiyekê. Eger Birêz Mesût Barzanî ji dil be, bila kerem bike. Em amade ne ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bixebitin."