Paşînyan ji bo hilbijartinên meha Hezîranê wê îstifa bike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan raighand ku meha Nîsanê wê îstifa bike. Paşînyan heta hilbijartinên meha Hezîranê wê bi rengekî demkî li ser kar bimîne.

Ermenistan, ji payîza 2020'î piştî dagirkirina Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê û vir ve ji aliyê siyasî ve xitimî ye.

Muxalefet Paşînyan bi 'xiyanetê' sûcdar dike û bi mehan e dixwaze îstifa bike.

Piştî xwepêşandanên herdu aliyan, desthilatdarî û muxalefetê li hev kirin ku 20'ê Hezîranê hilbijartinên giştî bên kirin.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ku ji sala 2018'an ve li ser desthilatdariyê ye, roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê meha Nîsanê îstifa bike.

Paşînyan li ser Facebookê bi dîmen peyamek weşand û got, "Ez ê meha Nîsanê îstifa bikim. Ne tenê ji bo îstifakirinê, ji bo pêkhatina hilbijartinê giştî ez îstifa dikim. Lê belê weke serokê demkî ez ê wezîfeya xwe dewam bikim."

Paşînyan got, "Eger hûn erka min bipejirînin, ez ê ji berê bêhtir xizmeteke baş bidim we, naxwe ez ê desthilatdariyê radestî kesê ku hûn bixwazin bikim."

Li gorî qanûna Ermenistanê, eger parlament piştî îstifayê du caran nikaribe serokwezîrê nû diyar bike, hilbijartinên giştî pêk tên. Di rewşeke wiha de jî Nîkol Paşînyan wê wezîfeya xwe ya serokwezaretiyê dewam bike. Senaryoya ku Paşînyan pê piştraste jî ev e.

Bi hilbijartinên meha Hezîranê re hêvî dike ku krîza siyasî çareser bibe. Di rewşa heyî de partiya Paşînyan weke ya favorî tê dîtin.