Partiyên rastgiriya tund li Pragê li hev civiyan

Koma ENF ku ji partiyên tund û neteweperest ên Parlamenta Ewropayê pêk tê, li paytexta Çekya Pragê kongreya xwe pêk anî.

Nûnerên partiyên Koma Ewropa Neteweyan û Azadiyan (ENF) a Parlamenta Ewropayê, li paytexta Çekya Pragê li hev civiyan. ENF ku koma herî biçûk a li Parlamenta Ewropayê ye, xwedî 37 endaman e. Ji Fransayê Seroka Giştî ya Eniya Neteweyî Marîne Le Pen û ji Hollandayê jî lîderê Partiya Azadiyan Geert Wîlders tevlî kongreyê bûn.

Lîderê Partiya Demokrasiya Yekser û Azadiyan a rastgir û populîst a Çekyayê (SPD) Tomîo Okamûra malovanî ji kongreyê re kir. Kongre bi dirûşma "Ewropayeke ji neteweyên serbixwe" pêk hat. Lîderên rastgir destekeke xurt dan Okamûra ku di hilbijartinên meha Cotmehê de bi siyaseteke dijberê penaber û koçberan bû partiya çaremîn.

Tomîo Okamûra bi dirûşma "Na ji Îslamê re, na ji terorîstan re" tê naskirin. Ji bo Okamura hê xurtir bibe ev kongre li Çekyayê hate lidarxristin. Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a rastgiriya tund a Elmanyayê ku di hilbijartinên Îlona bihurî de cihê xwe li Meclîsa Federal girt, tevlî kongreyê nebû. Di kongreyê de avabûna hikumeta rastgir-mûxafazakar a li Awûstûryayê hate silavkirin.

Komên çepgir jî li ber otela ku kongre lê hate lidarxistin, xwepêşandanên protestoyî organîze kirin. Çepgiran dan xuyakirin ku partiyên rastgir ji bo têkbirina Yekîtiya Ewropayê têdikoşin. Lîdera rastgir a Fransayê Le Pen di kongreyê de axivî û got, "Bruksel ji bo qedandina dewletên me yên netewe, xeteriyeke mezin e."

Lîderê rastgir ê Hollandayî Wîlders jî got, "Ji bo Ewropa ji hatina koçberan bê parastin, hêvîdar im wê Çekya deriyê xwe bi xurtî bigire."

Hêjayî gotinê ye, Komîsyona Ewropayê çend roj berê biryarek derxistibû û ji ber ku Çekya, Polonya û Macarîstan biryara kota ya penaberan a Yekîtiya Ewropayê bi cih nînin, ev welatên navborî şermezar kiribû.