Partiya Karker di namzetiya Lûla de bi israr e

Partiya Karker wê dest ji namzetiya Lûla da Sîlva bernede. Da Sîlva ku ji bo hilbijartina meha Cotmehê ya li Brezîlyayê favorî bû, bi sûcdariya karên ne li rê hatibû girtin.

Lûla ku ji sala 2003'an heta 2010'an serokdewletê Brezîlyayê bû, ji ber cezayê girtîgehê yê 12 salan hate girtin.

Parêzerên Lûla da Sîlva gelek caran îtiraz kirin, lê belê ji ber redkirina van îtirazan namzetiya da Sîlva jî kete rewşeke xetere. Ji bo da Sîlva karibe bibe namzet divê serlêdan herî dereng heta 15'ê Tebaxê li dadgeha hilbijartinê ya erkdar re bê kirin.

Lûla da Sîlva ku pêşî li tevlîbûna wê ya li hilbijartinê tê girtin, ji bo zerarê nede şensê serketinê yê partiya xwe Partiya Karker (PT), ji partiya xwe xwest ku namzeteke/î nû nîşan bide.

PT'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest ji namzetiya Lûla da Sîlva bernede. Serokê Giştî yê PT'ê Gleîsî Hoffmann destnîşan kir ku Lûla da Sîlva wê namzetê partiyê be.