Partiya Erdogan a li Fransayê PEJ di bin rêjeya 1 ji sedî de ma

Partiya Wekhevî û Edaletê (PEJ) a dûvikê Erdogan, ku tevî nerazîbûnan jî tevlî hilbijartinên li Fransayê bû, ya ku dixwest bi dest nexist.

PEJ'ê di tûra destpêkê ya hilbijartinên 11'ê Hezîranê de bi giştî 9.976 deng stand. Partiyek ji bo karibe ji budçeya cemaweriyê ya neteweyî sûdê werbigire, divê herî kêm 1 ji sedî yê dengan bigire.

Di rewşeke bi vî rengî de, ji bo pênc salan, serê her dengekî hatiye dayin, 1.42 Euro ji fînansmana neteweyî tê dayin. PEJ'ê li 50 herêmên hilbijartinê namzet nîşan da. Ti ji van namzetan rêjeya 2 ji sedî derbas nekir.

PEJ, di Sibata 2015'an de li Strasboûrgê ava bû. Strasboûrg weke laboratûareke mûxafazakarî û neteweperestiya Tirk tê dîtin.

Dengê herî zêde ji herêma Alsace bi dest xist. Li vê derê 1.37 ji sedî wergirt. PEJ bi dirûşma "Em dest bi fethê dikin" ketibû nava liv û tevgerê û îdîa kiribû ku ew ê bi destûra Xwedê bi ser bikevin.

Serokê COJEP'ê Alî Gedîkoglû, ku PEJ jî pê ve girêdayî ye, piştî hilbijartinê di hesabê xwe yê twîterê de ev dirûşma Erdogan nivîsan: "Rawestandin nîne, meşa me dewam dike."

Konseya Edalet, Wekhevî û Aştiyê (COJEP) weke dûvika AKP'ê ya li Fransayê tê dîtin. Vê konseyê, di dema referandûma 16'ê Nîsanê de ji bo AKP'ê banga dengdanê kirbû.