Parlementoya Ewrûpayê çavdêran naşîne hilbijartina 24’ê Hezîranê

Parlementoya Ewrûpayê diyar kir ku ew ê çavdêran neşîne hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ya ku ew ê li Tirkiyeyê were kirin.

Hevserokên Koma Koordînasyona Piştgirî û Hilbijartina Demokrasiyê yên Parlementoya Ewrûpayê McAllîster û McAvan têkildarî hilbijartina li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê Parlementoya Ewrûpayê çavdêran neşîne û ew ê têkildarî encamên wê jî tu şîroveyê neke.

Daxuyaniya McAllîster û McAvan wisa ye:

“Parlementoya Ewrûpayê ew ê ne pêvajoya hilbijartinê bişopîne û ew ê ne jî têkildarî pêvajo û encamên wê şîroveyan bike. Tu rayeya endamên Parlementoya Ewrûpayê tuneye ku li ser navê PE pêvajoyê bişopîne û şîroveyan bike.

Di encamê de, heke endamekî PE bixwaze hilbijartinê bişopîne û ew ê vî tiştî li gorî înîsîyatîfa xwe bike û divê tu daxuyaniyê nede ya ku PE eleqedar dike.”

Di daxuyaniyê de sedema neşandina çavdêran a ji bo hilbijartinê nehat diyarkirin. Lê di biryareke Komîsyona Venêrînê ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê ya di meha Nîsanê de bang hatibû kirin ku hilbijartin were taloqkirin. Di bangê de bal hatibû kişandin ser Rewşa Awarte û hatibû diyarkirin ku hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ‘ew ê ne li gorî krîterên Ewrûpayê be.’