Parlementerê Iraqê ji bo DAÎŞ’ê hişyarî kir

Parlementerê Iraqê Ahmed Medlûl Cerba nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî re şand û diyar kir ku DAÎŞ li deşta Nînowayê dibe ku dîsa dest bi êrîşan bike.

Endamê Parlementoyê Medlûl Cerba nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî re şand û diyar kir ku DAÎŞ li derdora Mûsûlê careke din dest bi tevgeran kiriye.

Cerba got ku “Rewşa li rojavayê deşta Nînowayê xerabtir dibe. DAÎŞ mirovan direvîne û hin gundên Beacê dike hedef. Li Beac û Hezerê û li derdora El Ebteyê tu Hêzên Parastina Iraqê nehatine bicihkirin û ji ber vê jî DAÎŞ bi hêsanî li vê qadê digere. Çend roj berê, gelê herêmê ji ber DAÎŞ’ê dev ji warên xwe berdane. DAÎŞ’ê di sala 2014’an de Nînowa dagir kiribû û gelê Iraqê ji bo azadkirina warên xwe, berdêlên giran da. Heke yekîneyên leşkerî ji rojavayê Nînowayê re neyê şandin dibe ku tiştên xerab ên wekî sala 2014’an pêk werin.”