Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Parlamentoya Îsraîlê, sînordarkirina erka Dadgeha Bilind erê kir

Parlamentoya Îsraîlê, xaleke ku pê sînordakirina erka Dadgeha Bilind tê kirin, erê kir.

Parlamentoya Îsraîlê, tevdîreke reforma darazê ya giring ku pê sînordarkirina erka xerakirina biryarên hikûmetê ya Dadgeha Bilind tê armanckirin, erê kir.

64 endamên koalîsyona Serokwezîr Binyamîn Netenyahû ev tevdîr erê kir, endamên mixelefetê dengdan boykot kir.

Serokê mixelefetê Yaîr Lapîd, got: ‘’Ji sibehê û pê de, li dijî vê sererastkirina qanûnî, em ê serî li Dadgeha Bilind bidin.’’

Organîzasyona Li Dijî Reforma Darazê jî ev daxuyanî da: ‘’Hikumeta xeraker, li dijî Dewleta Îsraîlê şer îlan kiriye. Serokwezîrekê xeternak û koalîsyona bi nexweşî, aborî, artêş û civaka Îsraîlê ji xwe re rasterast kirine armanc.’’

Li welêt, çalakiyên protestokirina reforma darazê berdewam in. Li Qudsê kuçeyek ji bo çûnehatê hat girtin.