Parlamenterekî Ûkraynayî bû hedefa êrîşa bombeyî

Li paytexta Ûkrayna Kîevê êrîşeke bombeyî bi ser Parlamenterê Ûkraynayî Îgor Mosiyçûk de hate pêk anîn. Di êrîşê de kesek mir, tevî Mosiyçûk 3 kes birîndar bûn.

Reutersê ragihand ku li paytexta Ûkrayna Kîevê teqînek çêbûye. Hate diyarkirin ku êrîş bi ser Parlamenterê Ûkraynayî Îgor Mosîyçûk de ye. Di êrîşê de kesek mir û Mosiyçûk ê ku rastgirekî tundrew bû û 2 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin teqîn bi motosîkletê pêk hatiye, Mosiyçûk ê birîndar rakirine nexweşxanê.

Derbarê ziyanên ku ji teqînê çêbûne û kitekitên wê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Li ser hesabê Facebookê yê parlamenter hate gotin, "Êrîş bi ser Îgor Mosiyçûk de pêk hat. Dema ku ji qenela televizyonê ya Espresso derketî teqîn pêk hat. Mosiyçûk ê ku birîndar bû rakirin nexweşxane.’’