Parlamentê îstifaya Morales qebûl kir

Parlamenta Bolîvyayê, îstifaya Evo Morales qebûl kir, ku ji ber darbea leşkerî ya bi piştgiriya mûxalefeta rastgir neçar ma dest ji wezîfeya xwe berde.

Serokdewletê Sosyalîst ê Bolîvyyaê Evo Morales di hilbijartinên par de bi ser ket, lê belê ji ber îdîayên "hîle" hatiye kirin ên mûxalefeta rastgir, li dijî Morales xwepêşandanan dest pê kiribûn û welat hatibû ber şerê navxweyî. Ji ber ku artêşê jî bi ya mûxalefetê kir, Morales neçar ma îstifa bike û xwe li Meksîkayê girt.

Di şert û mercên asayî de dema wezîfeyê ya Morales îro bi dawî bû. Rojek beriya bidawîbûna dema wezîfeya Morales parlamentê îstifaya wî qebûl kir. Ev biryar ji aliyê Tevgera Sosyalîzmê ve (MAS) ku serdest e hate qebûlkirin. Parlamenterên rastgir dixwestin ku gotina 'terka wezîfeyê' bê bikaranîn.

Piştî îstifaya Morales parlamentera rastgir Jeanîne Anez bûbû serokdewleta demkî Anez wê heta hilbijartina nû wezîfeyê bike.