Parlamenta Iraqê îstifaya Abdulmehdî qebûl kir
Parlamenta Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî qebûl kir.
Parlamenta Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî qebûl kir.
Parlamenta Iraqê ji bo nirxandina daxwaza îstifayê ya Serokwezîr bi rengekî awarte li hev kom bû.
Adil Abdulmehdî beriya du rojan ragihandibû ku wê îstifa bike û îstifaya xwe pêşkêşî parlamentê kiribû.
Di rûniştina parlamentê de îstifaya Serokwezîr hate qebûlkirin.
Ji 1'ê Cotmehê û vir ve li Iraqê di dema xwepêşandanên li dijî hikumetê de zêdeyî 420 kes hatin kuştin. Di encama çalakiyan de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa kir.