Parlamenta Ewropa dixwaze peymana penaberan biguherîne

Parlamenta Ewropayê dixwaze Peymana Dûblînê biguherîne, ku li gorî vê peymanê; penaberên tên Ewropayê ji welatê ku destpêkê hatiye tên şandin. Qanûna nû Elmanyayê dixe nava fikaran.

Peymana Dûblînê ya jî bi navê xwe yê din Rêvebernameya "Dûblîn 2" pîvanan diyar dikin ku divê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo serlêdanên penaberan çawa tevbigerin.

Xala herî girîng a vê peymanê ew e; welatê ku penaber destpêkê xwe gihandiye wê derê, ji nirxandina serlêdanê berpirsyar e. Ji bo bê tespîtkirin penaber destpêkê çûye kîjan welatî û şopa tiliyan bê parvekirin, sîstemeke navendî ya bi navê EURODAC hate avakirin.

Kesekî/e ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê serlêdana penaberiyê kir, agahiyên wî/ê destpêkê ji vê navendê tê pirsîn. Elmanyayê, şert û mercên penaberiyê yên neyînî yên li Yewnanîstanê hincet nîşan dabû û sala 2011'an Peymana Dûblînê sekinandibû. Lê belê ji Adara par û pê ve ji nû ve xistibû meriyetê.

Kovara heftane ya Elmanyayê Der Spîegelê ragihand ku ji bo guhertin di peymanê de were kirin li Parlamenta Ewropayê amadekarî ji pêşnûmeyeke nû ya qanûnî re tê kirin. Li gorî vê yekê, ferdên malbata penaberekî li welatekî din ê Ewropayê wê li derveyî berpirsyariyên Peymana Dûblînê werin hiştin. Bi guhertina nû re wê pêşî li parçebûna malbatê were girtin.

Tê gotin ku ev guhertin wê barê penaberiyê yê Elmanyayê giran bike. Rayedarekî Wezareta Karên Hundir a Elman ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û anî ziman ku ew ji vê guhertinê bi fikar in. Sala 2015'an dema sekinandina Peyman Dûblînê, 1,4 milyon penaberî serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kiribûn.