Parêzvanên jiyana xwezayî bûne hedefa çeteyan

Parastina jiyana xwezayî roj bi roj zehmet dibe. Li welatên cuda yên cîhanê, her sal bi sedan mirovên têne kuştin ku dixwazin xwezayê û heywanên nifşê wan tine dibin biparêzin.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, roja 9'ê Nîsanê li Parka Neteweyî ya Virgunayê ku mîrateyeke cîhanê ye, 5 wezîfedarên ewlekariyê û ajokarek hate kuştin. Li parka neteweyî ya ku komkujî lê hate kirin gorîlên çiya yên bi navê "Gorilla beringei beringeiile" û gorîlên deşta rojava "Gorilla gorilla gorilla" lê ne ku nifşê wan li ber tinebûnê ye.

SALA 2017'AN 197 KES HATIBÛN KUŞTIN

Êrîş ji aliyê Rêxistina Çand, Zanistî û Perwedeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi tundî htae şermezarkirin. Êrîşên bi vî rengî ne tenê li Komara Demokratîk a Kongoyê tên kirin. Di nava sla 2017'an de herî kêm 197 kesên ku ji bo parastina xwezayê wezîfedar bûn ji aliyê bazirganan ve hatin kuştin.

Li gorî lêkolîneke saziya bi navê Global Witness, li gelemperiya cîhanê ji bo pêşî li şîrketên madenê were vekirin komkujî têne kirin. Rêjeya van komkujiyan 60 ji sedî ye.

KOMKUJÎ HERÎ ZÊDE LI LATÎN AMERÎKAYÊ TÊ KIRIN

Par li Brezîlyayê, çeteyên ku ji bo karê madenê xwestin qadên xwezayî dagir bikin, 46 parêzvanên hawirdorê kuştin. Li Kolombiyayê 32, li Meksîkayê jî 15 dostên hawirdorê ji ber heman sedemê hatin kuştin.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê jî sala 2017'an herî kêm 13 dostên xwezayê hatin kuştin.

Li Afrîkayê, ji bo bazirganiya diranên fîlan ku li Çîn û welatên Asyayê ji bo tedawiyê têne bikaranîn, komkujî tê kirin.