Paragûayê li Qudûsê balyozxane vekir

Piştî DYA û Gûatemalayê li Paragûayê jî li Qudsê balyozxane vekir.

Serokkomarê Paragûayê Horacîo Cartes, li Qudûsê balyozxane vekir. Di 14’ê Gulanê de DYA’yê, du roj şûnde jî di 16’ê Gulanê de Gûatemalayê jî balyozxaneya xwe biribû Qudûsê. Paragûay bû welatê duyemîn ê Amerîkaya Latîn ku li Qudûsê balyozxane vekiriye.

Dema ku DYA biryar da ku balyozxaneya xwe veguhezîne li ser Xeta Xezzayê xwepêşandanên protestoyê hatibûn lidarxistin. Ji ber êrîşên leşkerên Îsraîlê ji 60’ê zêdetir Filîstinî hatibûn qetilkirin û nêzî 3 hezar kes jî hatibûn birîndarkirin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp di meha Kanûnê de Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kiribû û biryar dabû ku balyozxaneya xwe bibe wê derê. Vê biryara DYA’yê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hatibû şermezarkirin.

Biryara balyozxaneyê êdî Ewrûpayê eleqedar dike. Berî demeke kurt hikumeta sosyal-demokrat a li Romanyayê jî pêşnûma erê kiribû ya ku dixwaze balyozxaneyê bibin Qudsê. Lê Serokkomarê rastgir li dijî biryarê derket.

Di heman demê de Serokkomarê Çekyayê Mîloz Zeman jî jî ji bo balyozxane li Qudsê were vekirin, fikra xwe gotibû. Hikumeta Çekyayê meseleya veguheztina balyozxane û vekirina navendeke çandî nîqaş kir û sekinî.