Pandemî wê kengî biqede?

Pandemiya vîrûsa koronayê ya nû ku li tevahiya cîhanê belav bû, wê kengî bigihêje asta herî bilind, kengî bi dawî bibe?

Pandemiya nû ya bi navê Covîd-19 destpêkê biçûk hate dîtin. Tevdîr bi derengî hatin standin. Tevdîrên hatin wergirtin jî kêm bûn. Niha eşkere bû ku li hemberî şewbê amadekarî nehatibû kirin. Her ku şewb belav bû, lêpirsîna li ser sîstema heyî jî zêde bû. Mirovahiya ku ji vîrûsa SARS'ê ya sala 2003'an ders dernerxist, nayê zanîn ku wê derseke çawa ji vê pandemiyê derxîne. Di encama şewbê de wê serdemeke nû dest pê bike ku ev yek cihê tirs û fikaran e.

Gelek pirs li hêviya bersivê ne. Lê ya ku derdikeve pêş ew e ku pandemiya rojane dibe sedema mirina bi hezaran kesî wê kengî biqede. Bersiva vê pirsa diyarker mixabin hîn jî nîne.

WÊ KENGÎ BIGIHÊJE ASTA HERÎ BILIND?

Ji zanîngeha ULB'ê epîdemiyolojîst Sîmon Dellîcoûr ji kovara heftane ya Belçîkî Mûstîqûe re axivî û got, "Heta ku negihêje asta herî bilind nayê zanîn ku li ku ye. Mîna ku mirov derkevin serê çiyayekî, lê belê ji ber mijê mirov serê çiyê nabînin. Dema ku mirov bi berjêr daket hingî em ê zanibin ku derketiye asta herî bilind."

Pisporên tenduristiyê destnîşan dikin, di rewşa heyî de ya girîng ew e ku pêşî li xitimandina binesaziyê bê girtin.

Rewşeke nediyar e ku pandemî kengî bi dawî bibe. Vîrolog Marc Van Ranst ji VRT re axivî û di nrixandina xwe ya nava meha Adarê de diyar kiribû, ku li gorî daneyên ji Çînê hatin şewb wê deh hefteyan bidome. Lê belê piştî sê mehan rewşa li Çînê nîşan dide ku krîz wê zû neqede.

Sîmon Dellîcoûr dibêje, "Ji bo serketina têkoşîna li dijî şewbê, yekane rêya demdirêj derziya li dij e." Lê belê tê payin ku amadekirina derziyê bi mehan, zêdeyî salekê bidome. Dellîcoûr dibêje, "Ya ku niha divê were kirin ew e ku li aliyekî xwe ji felaketa tenduristiyê vegirin, li aliyê din jî di asta herî bilind de ji nû ve karibin dest bi jiyana normal bikin û tevdîrên vê bên wergirtin. Yekane senaryo ev e."

HAVÎNÊ WÊ BANDORA WÊ KÊM BIKE?

Heman zanyar texmîneke din jî dike: "Dema ku mirov bi bîr bixînin ku nexweşiyeke ji rêya bênstandinê ye, hingî ji ber hin sedeman dikare bê hêvîkirin ku şewb mehên havînê kêmtir bibe. Her çend nîşaneyeke bi vî rengî nebe jî."

Epîdemiyolojîst Marc Lîpsîtch ji ronameya The Gûardian a Îngiliz re axivî û anî ziman ku vîrûs dema hewa germ bû wê kêm bibe: "Zivistanê nêm hîn lawaz e, ev jî dike ku vîrûs bi hêsanî belav bibe (...) Havînê wê nêmeke mezin rû bide, ev jî wê belavbûna vîrûsê zehmet bike."

Vîrolog Marc Van Ranst ku ji kovara Le Vîf a Belçîkî re axivî, bi heman rengî destnîşan kir ku bi taybetî tav wê bandora vîrûsa koronayê kêm bike."

DERZÎ YEKANE ÇARE YE!

Li şert û mercên cîhanê ku di asteke bilind de welat bi hev ve girêdayî ne û ger û geşt tê kirin, dibe ku rîsk zêde bibe. Dellîcoûr got, "Heta ku derziya li dijî ewbê neyê dîtin, em ê her tim li vîrûsê vekrî bin."