Pandemî bû sedema mirina 70 hezar kesî

Pandemiya Covîd-19 li tevahiya cîhanê bû sedema mirina zêdeyî 70 hezar kesî. Zêdeyî milyonek û 260 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Li gorî nexşeya Covîd-19 a Zanîngeha John Hopkîns, heta şeva yekşemê li tevahiya cîhanê herî kêm 69 hezar û 82 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara mirovên bi vîrûsê ketin jî milyonek û 263 hezar û 976 kes bûn. Heta niha nêzî 260 hezar kes ji vîrûsê rehet bûn.

Li gorî daneyên AFP'ê vîrûs li 191 welat û herêman belav bûye. Tê texmînkirin ku hejmara rastî ya nexweşan gelekî zêdetir e. Ji xwe li gelek welatan test dema nexweş radikin nexweşxaneyê tê kirin.

AFP'ê ragihand ku di nava 25 saetên dawî de herî kêm 4 hezar û 690 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 75 hezar û 522 kesên nû bi vîrûsê ketin.

Di nava 24 saetên dawî de li DYE'yê 1.083 kes, li Spanyayê 674 kes û li Qraliyeta Yekbûyî jî 632 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Îtalya hîn jî ew welat e ku herî zêde qurbaniyên xwe çêbûye. Li Îtalyayê 128 hezar û 948 kes bi vîrûsê ketin. Ji wan 15 hezar û 877 kes jî bûn qurbanî.

Piştî Îtalyayê, Spanya di rêza duyemîn de ye ku hejmara qurbaniyên xwe gihîştiye 12 hezar û 418 kesî. Li Spanyayê heta roja Yekşemê 130 hezar û 759 kes bi vîrûsê ketibûn.

Li DYE'yê hejmara qurbaniyan bû 9 hezar û 180 kes. Li gorî nexşeya John Hopkîns 331 hezar û 151 kes li DYE'yê bi vîrûsê ketine.

Li Fransayê 8 hezar û 78 kes, li Qraliyeta Yekbûyî 4 hezar û 934 kes, li Çînê jî 3 hezar û 329 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê li gorî daneyên fermî 3 hezar û 603 kes bûn qurbanî. Lê belê guman hene ku ev daxuyaniyên fermî hejmara rastî nîşan nadin. Li gorî çavkaniyên mûxalîfan li 242 bajaran 18 hezar û 600 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin.