Panamaya şîrketên Ewropî: Malta

Di encama lêkolîna kovara Elma Der Spîegel û tora lêkolînê EIC’ê de diyar bû ku gelek şîrketên mezin yên YE’yê Malta ya li Behraspî ji xwe re kirine bihişta bacê.

Tora lêkolînê ya bi navê EIC (European Investigativ Collaborations ) di nav çarçoweya xebata berfireh dide ku bi kovara Der Spîegelê kirî, li hezaran dokumanan nerî. Di van beldeyan de ku bi navê ‘’MaltaFîles’ şandin ji EIC’yê re gihaştin wê rastiyê ku şîrketên Ewropî ji bo ji bavê birevin berê xwe dane Maltayê.

Bi berfirehiya xwe ya 316 kîlometreyî û bi nifûsa xwe ya 450 hezarî Malta biçûktirîn welatê Yekîtiya Ewropayê ye (YE)

Di belgeya de diyar dibe ku gelek şîrketên Ewropî ji rêjeya kêm ya baca saziyan a Maltayê sûd werdigirin û bi vî rengî jî ji welatên YE’yê ku lê dixebitin bi milyaran ewro bacê nadin.

Li gorî daneyên kovara Der Spîegelê gelek şîrketên mezin li Maltayê şîrketên qelp ên li ser kaxezan ava kirine. Mînak vê jî wiha tê nîşan dan ku şîrketa mezin a kirêkirina wesayitan Sîxt û şîrketa mezin a kîmyayê ya Elman BASF di heman avahiyê de xwedî heman derî û adrêsê ne.

Her wiha diyar bû ku şîrketa hewayî ya Elman Lufthansa jî  li Maltayê xwedî 18 şîrketên pêvek e. Her wiha diyar bû ku BMW, Deutsche Bank, Puma, Merck û Bosch, K+S an jî Rheînmetall jî li Maltayê xwedî şîrketên pêvek in.

JI 6 JI 100’Î YA BACÊ SÛD WERDIGIRIN

Li gorî lêkolîna EIC’yê Malta bi rêjeya bacê ya 6 ji sedî ‘bihiştia bacê’ ye û hate diyarkirin ku xebatên ku şîrket dibêjin li vî welatî ye di rastiyê de li YE’yê ye.

Di encama lêkolînê de hate diyarkirin ku şîrketên ku şîrketên pêvek ên li Malbatê diyar dikin çi qas xebatên xwe li wir diyar dikin ne zelal e.