Otobusa ku xwendekar tê de bûn qeza kir: 16 kes mirin
Li Îtalyayê, otobusek ku xwendekar tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 16 kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn.
Li Îtalyayê, otobusek ku xwendekar tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 16 kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku plaqeya wê ya Macarîstanê ye, dema ji Fransayê diçû paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, qeza kir.
Di otobusê de 55 kes hebûn û ji ber qezayê 16 ji van jiyana xwe ji dest dan, 39 jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajarê Verona. Tê gotin, rewşa tenduristiyê ya 10 ji birîndaran giran e. Malbatên xwendekaran, piştî ku bi qezayê hesiyan, berê xwe dan Îtalyayê.