OSCE ji Înterpolê xwest, daxwazên Tirkiyê bi baldarî lêkolîn bike
Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) bang li Înterpolê kir, ku daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo girtin û radestkirina mûxalîf û rojnamevanan, 'hê bi baldarî' lêkolîn bike.
Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) bang li Înterpolê kir, ku daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo girtin û radestkirina mûxalîf û rojnamevanan, 'hê bi baldarî' lêkolîn bike.
Nûnerê Azadiya Çapemeniyê yê OSCE Harlem Dêsir hişyarî da Sekreterê Giştî yê Înterpolê Jurgen Stock, ku di mijara daxwazên hefteyên dawî yên girtinê yên sosret, bi baldar be.
Dêsir bibîr xist, ku nivîskar Dogan Akhanli, bi hinceta ku bi bultena sor lê tê gerîn li Spanyayê ji aliyê Înterpolê ve hatiye girtin û destnîşan kir, ku betalkirina bultena navborî biryareke rast e.
DIVÊ ÎNTERPOL HER BÛYERÊ BI BALDARÎ LÊKOLÎN BIKE!
Nûnerê OSCE anî ziman, tevî daxwaza sosret a Tirkiyeyê ya ji bo girtinê, cihê kêfxweşiyê ye ku Înterpolê xala bi hejmara 3. a ji bo 'parastina şexsan li pêşberî zextê' bi cih aniye.
Harlem Dêsir ragihand, li gorî bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, girîng e her daxwaza girtinê bi taybetî girtina rojnamevnaan 'bi baldarî werin lêkolînkirin'. Dêsir bi taybetî xwest, fermana girtina rojnamevanan beriya bicihanînê bê lêkolînkirin.
Nûnerê OSCE bal kişand ser bandora bultena sor a Înterpolê û girtina welatiyê Swêdê Hamza Yalçin li Spanyayê bi bîr xist. Nûner diyar kir, ku ew hêvîdar e biryara lêgerîna bi bultena sor a der heqê Yalçin de bê betalkirin.
Nûnerê Azadiya Çapemeniyê ya OSCE Harlem Dêsir hişyarî da û got, "Nabe ku Înterpol ji aliyê dewletan ve ji bo fetisandina azadiya îfadeyê bi nebaşî bê bikaranîn."