Operasyona Mûsilê: 2 taxên din hatin rizgarkirin
Hat ragihandin ku taxên Yunis Sebauy û Yafay ên Mûsilê hatine rizgarkirin.
Hat ragihandin ku taxên Yunis Sebauy û Yafay ên Mûsilê hatine rizgarkirin.
Ji fermandarên eniya Nînowayê ya artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarella, li ser malpera fermî ya daîreya enformasyona Operasyona Iraqê têkîldarî operasyona Mûsilê agahiyên herî dawî parve kirin. Yarella, diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê li navenda bajarê Mûsilê pêşveçûyina xwe didomînin û îro danê sibehê jî taxên Yunis Sebauy û Yafay rizgar kirine.
Yarella wiha dewamî da axaftinên xwe; “Niha taxên Yunis Sebauy û Yafay hatine rizgarkirin û li ser banên xaniyan ala artêşa Iraqê badibe. Di operasyonê de gelek ziyanên dijmin çêbûn.”
Her wiha Reşîd Yarella destnîşan kir ku rêya stratejîk a 60 metro ku li başûrrojhilatê Mûsilê ye, ketiye kontrola hêzên Iraqê. Ev rê, Mûsil û qezaya Tilkefeyê digihîne hev.