Operasyona li dijî têkiliyên Amrî

Li dijî kesên têkiliya xwe bi Anîs Amrî re heye, li paytexta Elmanya Berlînê roja 19'ê Kanûnê komkujî kir û 12 kes kuşt, operasyon hat kirin.

Bi fermana Dozgeriya Federal duh êvarê li wargeheke penaberan a li Berlînê operasyon hat kirin. Li gorî agahiyên ji aliyê dozger ve hatin dayîn, welatiyekî Tûnisî yê 26 hatiye binçavkirin û guman jê heye ku têkiliya xwe bi Anîs Amrî re hebû û alîkarî daye wî.

Hat ragihandin, tê zanîn haya vî kesê hatiye binçavkirin ji plana komkujiyê ya Amrî heye û tê lêkolînkirin bê di kîjan astê de alîkarî daye kujer. Li gorî agahiyan, ev kes ji dawiya sala 2015'an û vir ve Amrî nas dike û dema komkujî hat kirin jî têkiliya xwe pê re hebû.

Bi gumana têkiliya xwe bi Anîs Amrî re heye, kesekî din jî berî niha bi demekê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.

Welatiyê Tûnisî Anîs Amrî di êvara 19'ê Kanûnê de ajokarekî TIR'ê yê Polonyayî kuştibû, dest danî bû ser wesayîta wî û bi vê TIR'ê dabû nava sûka Noelê ya li Breîtscheîdplatzê. Di vê êrîşê de Amrî 12 kes kuştibû, 50 kes jî birîndar kiribû. Piştre derketibû holê ku Amrî li ser navê DAIŞ'ê tevgeriya ye.

Êrîşkar piştre di ser Hollanda û Fransayê re reviyabû û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê di dema kontrola nasnameyê de gule berda bû polîsan û ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.