Operasyona Hûdeydeyê bi demkî hate rawestandin

Li bajarê Hûdeyde yê peravê Yemenê hêzên hikûmetê ku operasyonê bi rê ve dibin ragihandin ku ‘heta fermaneke nû’ biryara rawestandina operasyonê hatiye girtin.

Fermandarên hêzên hikûmetê yên bi desteka Koalîsyona Ereb a di pêşengtiya Erebîstana Siûdî de bi rê ve dibin, ragihandin ku operasyon rawestandine. Sê fermandarên yekîneyên cuda yên ji AFP’ê re axivîn, diyarkirine ku heta fermaneke nû hemû operasyon hatine rawestandin.

Yek ji kesên di nava wan de jî bibîr xist ku li hember tevgereke ya milîsên Hûsî wê operasyon ji nû ve destpê bikin.

Li Hûdeydeyê şer ji roja Dûşemê û vir ve kêmtir bibûn.

Di nava rojê de di navbera hêzên Yemenê yên li Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî ya yek ji lingên bingehîn ên koalîsyonê ne ku pêşengtiya NY’yê de li Swîsreyê destekê didin plansaziya muzakereyê.

Li Hudeydayê operasyona meha Hezîranê destpê kiribû. Bi navbeynkariya navneteweyî şer di mehên havînê de rawestiya bûn. NY hewl dabû ku di meha Îlonê de aliyan li Cenevreyê bîne ba hev, lê ji ber nebûna gerentiya pêwîst Heyeta Hûsiyan neçû Cenevreyê.

Şer ji 1’ê Mijdarê ve ji nû ve destpê kir. Ji her du aliyan nêzî 600 kesî mirine. Derdorî 10 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hûdeyda xwedî girîngieyeke stratejîk e. Alîkariya navneteweyî ya jii bo welat tê şandin ji çaran sê di vê peravê re derbas dibe. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, di daxuyaniya roja Yekşemê kirî de hişyariya ku eger ev perav bê hilweşandin wê bi temamî rê li ber felaketekê veke. NY’yê rewşa li Yemenê rewşa herî xedar a mirovî ya li cîhanê pênase kir. Nîva nifûsa welat ango 14 milyon kes birsîne.

Hûsiyên ku li Yemenê destekê ji Îranê digirin, ji sala 2014’an û vir ve li gel paytext Sana û gelek nuqteyên dikevin bakurê welat xistine di bin kontrola xwe de. Koalîsyona Ereb jî ji bo rawestandina Hûsîyan û ji nû ve hêzên hikûmetê li Yemenê bi cih bikin, ji Adara 2015’an ve şer dike.