Oettînger: Divê em bi berdewamî pereyan bidin Erdogan
Komîserê ji budçeyê berpirs ê Komîsyona Ewropayê Gunther Oettînger got, divê li gorî peymana penaberan a bi Enqereyê re hatî kirin alîkariya pereyan ji bo Tirkiyê bidome.
Komîserê ji budçeyê berpirs ê Komîsyona Ewropayê Gunther Oettînger got, divê li gorî peymana penaberan a bi Enqereyê re hatî kirin alîkariya pereyan ji bo Tirkiyê bidome.
Ev pêlek e di serî de rayedarên hikûmetê yên Elmanya û polîtîkavan, endamên Yekîtiya Ewropayê dixwestin ku alîkariya darayî ya li rejîma Erdogan were birîn. Komîserê berpirs ê ji budçeya Komîsyona Ewropayê Gunther Oettînger ji Der Spîegel re axivî û ev mijar zelal kir.
Oettînger peymana penaberan ku par di navbeydana Yekîtiya Ewropa (YE) û hikûmeta Tirk de bi bîr xist û got: "Endamên YE’yê ji bo ku ev peyman bidome divê zêdetir pereyan bidin." Rayedar got, divê bi kêmanî 2 milyar Euroyên din bidin Tirkiyê û heta dawiya vê salê ew plan dikin ku 3 Milyar Euro bidin Tirkiyê.
‘WELATÊN ENDAM DIVÊ PEREYÊ MAYÎ BIDIN’
Oettînger got ji bo ku di nîve duyê yê 2018’an de 3 milyon Euro bidin pêşnûmeya planê danîne û got, "welatên endam divê van pereyan bidin.." Li gorî agahiyên ku Der Spîegelê ji rayedarên Berîlên wergirtî, hikûmeta Merkel hewl dide ku di qonaxa pêşî de alîkariyên bi çarçoweya pêvajoya yekîtiyê de didine Enqerê bibirin.
Lê ji bo ku peymana penaberan bidome Elmanya jî di nav de divê welatên dî yên endam li gorî budçeya xwe pereyan ji rejîma Erdogan re bişînin. Tê gotin komîserê berpirsê budçeyê ji bo vê ev hişyarî daye.
YE ku ji Adarê re 23 milyon Euro dabû rejîma AKP’ê îsal ji bo ku ev alîkarî werin sekinandin hikûmeta Merkel ketibû tevgerê. YE ku plan dike 2014-2020’an 4 milyar û 450 milyon Euro alîkariyê bide AKP’ê, Elman jî dixwaze di nav çarçoweya pêkirinê de di perê mayî kêm bike.