NYT: Trûmp pêvajoya vekişînê dirêj kir

Li gorî rojnameya New York Tîmesê Serokdewletê Emerîkayê Donald Trûmp qebûl kir, ji bo ku artêşa Emerîka ji Sûriyê vekişe, 4 mehên dî bide. Ev rewşa bi dest xwe re, ya piştî biryara vekişînê ya Trûmp mîna 'bi paş ve gav avêtin' hate dîtin.

New York Tîmes got piştî raporên generalê malnişîn Stanley A. McChrystal û şefê qebîneyê yê Qesra Spî yê malnişîn general John F. Kelly, Serokdewletê Emerîkayê Donald Trûmp li ser Twîtterê bi gotina vekişandin a wê 'bi giranî bibe' ev agahî piştrast kir.

Rojnameya New York Times teqez kir ku di serdana dawîn a Trûmp a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi fermandarê çalakiyên leşkerî li dijî DAÎŞ`ê Paul Lacamira re axiviye û behsa dirêjkirina dema vekişandina hêzên Emerîkayê kiriye. Rojnameya New York Times ev nûçeya xwe sparte du rayedarên ji rêveberiya Trûmp û îdîa kir ku Trûmp fermana paşvekişandina 30 rojan, ji bo niha rawestandiye û ji bo 4 mehan dirêj kiriye.  

Rayedarên ji rojnameyê re axivîn, diyar kirin ku di serdana dawîn a Trûmp a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi Korgeneralê Qomandanê Tevgera Bibiryardarî ya Erka Hevpar a Yekgirtî yê berpirsê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Paul J. LaCamera hevdîtin kiriye û di dema hevdîtinê de dîroka vekişandinê diyar kiriye.

Trûmp di tweetên duh avêtin de ji bo biryarra xwe biparêze gotibû "paşvekişandinek bi giranî"

Trûmp, di heman demê de gotibû; "Tiştên ku min li Sûriyeyê kirin, ger kesekî dî bikira wê weke qehremanê netew bihata îlankirin. Pir nema ku DAÎŞ bi qede. Em ê hêzên xwe hêdî hêdî bişînin cem malbatên wan û di heman demê de em şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê berdewam dikin."