NY’yê ji bo Hûdeydeyê banga agirbestê kir

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Hûdeyde ya bajarê peravê yê Yemenê ku şer di navbera hêzên hikûmetê ku Koalîsyona Ereb piştgirî dike û hêzên Hûsî de diqewime daxwaza agirbestê kir.

Rêveberê NY’yê Mark Lowcock got: “Min ji aliyan daxwaz kir ku bi taybet li nava bajar, derdorî binesazî û tesîsên girêdayî alîkar û pêwîstiyên bazirganiyê agirbest bê pêkanîn.”

Ji 1’ê Mijdarê û vir ve li bajar şerekî dijwar rû dide. Şerê ku bû sedema mirina bi sedan kesî ji roja Sêşemê ve kêmtir bûye. Hêzên hikûmetê yên ku Koalîsyona Ereb di pêşengtiya Erebîstana Siûdî dike de dixwazin bajarê Hûdeyde yê xwedî stratejiya bajarê peravê ye ji serhildêrên Hûsiyan bigirin.

Hate ragihandin ku aramiya ku roja Sêşemê pêk hatî bi rêya zextên dîplomatîk pêk hatiye. Bi taybet roja Yekşemê bajar bi dijwarî hate bombekirin. Bi taybet derdorî nexweşxaneya Şoreşê ya li nêzî çeperên serhildêrên Hûsî yan bi dijwarî hate bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê personelên nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li Hudeydayê operasyona meha Hezîranê destpê kiribû. Bi navbeynkariya navneteweyî şer di mehên havînê de rawestiya bûn. NY hewl dabû ku di meha Îlonê de aliyan li Cenevreyê bîne ba hev, lê ji ber nebûna gerentiya pêwîst Heyeta Hûsiyan neçû Cenevreyê.

Şer ji 1’ê Mijdarê ve ji nû ve destpê kir. Ji her du aliyan nêzî 600 kesî mirine. Derdorî 10 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hûdeyda xwedî girîngieyeke stratejîk e. Alîkariya navneteweyî ya jii bo welat tê şandin ji çaran sê di vê peravê re derbas dibe. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, di daxuyaniya roja Yekşemê kirî de hişyariya ku eger ev perav bê hilweşandin wê bi temamî rê li ber felaketekê veke. NY’yê rewşa li Yemenê rewşa herî xedar a mirovî ya li cîhanê pênase kir. Nîva nifûsa welat ango 14 milyon kes birsîne.