NY’yê banga rawestana şer a li Sûriyeyê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) banga lezgîn a operasyonên leşkerî yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê kir.

Li ser operasyonên artêşa rejîma Sûriye ya li dijî komên bi çek ên li parêzgeha Deraa ya li ser sînorê Urdunê 10 roj li pey xwe hişt. Di operasyonên 19’ê Hezîranê destpêkirî de heta niha bûye sedem ku bi deh hezaran kes Deraa yê bi terikîne.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Bûterres anî ziman ku peymana bê şer a di Tîrmeha 2017’an de ji bo başûrê rojavayê welat jî derbasdar e. Peymana mijara gotinê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û Urdunê de pêk hatiye.

Gûterres daxwaza lezgîn kir ku hemû aliyên cihê xwe di peymanê de digirin, divê dawî li êrîşan bînin, bi taybet banga lezgîn a êrîşên li ser saziyên perwerdehî û tenduristiyê bînin kir.

Bangeke bi heman awayî ya Gûterres a 22’yê Hezîranê jî kiribû, bê bersiv mabû.

Di şerê navxweyî yên ji sala 2011’an û vir de li Sûriyeyê ku li dijî rejîmê hatî destpêkirin, heta niha 350 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, nêzî 10 milyon kes jî li nava welat an jî derveyî welat koçber bûye.