NY:Talîbanan bi kêmanî 72 kes înfaz kirin

Neteweyên Yekbûyî diyar kir Talîban ji tebaxê ve ku hatî ser desthilatê 72 kes înfaz kirine.

Alîkara Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY'yê Nada El Nashîf di daxuyaniyê de ya ku li Konseya Mafê Mirovan dayî,  diyar kir îdîayên 'pêbawer' di dest wan de hene ku di navbeyna tebax û mijdarê de endamên berê yên hêzên ewlehiya netewî yên Efganî û kesên têkilî hikûmeta berê jî di nav de ji 100'î zêdetir kes hatine înfazkirin.  Rayedara NYE'yê diyar kir ji van kesan 72 jê ji hêla Talîban ve hatine înfazkirin.

Rayedar got, ''Li gel efûya giştî ku Talîban piştî 15'ê Tebaxê ragihandî, raporên têkilî înfazên li tevahiya welêt fikaran bi min re çêdikin.''

Nashîf diyar kir di gelek rûadnan de cenaze li ber gel têne teşhîrkirin û got, ''Vê rewşê bi piraniya civakê re tirsek çêkiriye.''

Her wiha hate gotin li wilayeta Nangarharê 50 kesên ku guman ji wan tê birîn DAÎŞ'î ne hatine înfazkirin.