NY: Li Yemenê 8,4 milyon kes birçî ne

Li Yemenê ji ber şerê navxweyî, herî kêm 8,4 milyon mirov birçî ne û jiyana wan bi alîkariya bê kirin ve girêdayî ye.

Jamîe McGoldrîck, ku alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Yemenê koordîne dike, da xuyakirin ku li gel sistkirina dorpêçiya Siûdî ya li ser Yemenê jî rewş hê giran e.

McGoldrîck ji bo alîkariya însanî bi Yemenê re bê kirin xwest ku rê werin vekirin û hişyarî da ku li Yemen a ku nifûsa xwe 26 milyon e, herî kêm 8,4 milyon kes li ber birçîbûnê ne.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser dorpêçiya li ser bendergehên Yemenê, ku piştî ji Yemenê fuze ber bi paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê ve hate avêtin, di meha Mijdarê de dest pê kir. Rayedar anî ziman ku di dema dawî de dorpêçî ji hin aliyan ve hatiye sistkirin, lê tevî vê yekê jî rewşa însanî ya li Yemenê 'bêhêvî' ye.

McGoldrîck got, "Dewamkirina dorpêçiya li ser bendergehan, li pêşiya gihandina sotemendî, xwarin û dermên asteng e. Ev yek dibe sedem ku hejmara mirovên li Yemenê hewcedarê alîkariyê ne, zêde bibe." McGoldrîck anî ziman ku jiyana bi milyonan kesî bi operasyonên gihandina alîkariyê ve girêdayî ye.

Li gorî rayedarê Neteweyên Yekbûyî, li gel alîkariya xwarin û avê li Yemenê pêwîstî bi alîkariya stargehan jî heye.

Li Yemenê ji ber şewba kolareyê îsal bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bûn.

Ji sala 2014'an û vir ve di navbera milîsên Hûsî yên Şîa û hêzên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh li aliyekî û hêzên ser bi hikumeta Serokdewlet Mansûr Hadî li aliyê din, şer dewam dike. Alî Abdullah Saleh, hefteya bihurî ji aliyê Hûsiyên ku zêdeyî 2 salan pê re tifaq kiribû, hatibû kuştin.