NY: Li Kongoyê di şerê navxweyî de bi sedan sivîl hatin kuştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC), ji ber raperîna Kamwîna Nsapûyê, artêşê û raperîneran gelek sivîl kuştine.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC), ji ber raperîna Kamwîna Nsapûyê, artêşê û raperîneran gelek sivîl kuştine.
Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, şerê ji ber raperîna Kamwîna Nsapû ji Tebaxa sala 2016'an û vir ve li herêmên navîn ên vî welatî diqewime, sivîlan dike qurban.
NY ragihand, yekîneyên leşkerî yên RDC di nava meha Nîsanê de herî kêm 164 sivîl kuştine, ku 45 ji van jin û zarok in. NY bi taybetî bal kişand ser şîdeta bê sînor û kêfî ya yekîneyên artêşê.
Di daxuyaniya NY de işaret bi çalakiyên rêxistina Kamwîna Nsapû jî hate kirin û hat ragihandin, vê komê jî herî kêm 28 sivîl kuştiye.
Li ser navê artêşa RDC Lêon Kasonga daxuyaniyek da û îdîa kir, ku daxuyaniya NY 'bê bingeh' e.
Li Komara Kongo ya Demokratîk, rêxistina Kamwîna Nsapû ku piraniya endamên wê ji gelê Lûba ne, dest bi raperînê kir û ji Tebaxa 2016'an û vir ve ji her du aliyan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şer, zêdeyî 200 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûn.
RDC bi 2 mîlyon 345 hezar kîlometreçargoşeyî re, duyemîn mezintirîn welatê Afrîkayê ye û nifûsa xwe jî 50 mîlyon e. Laûrent Dêsîrê Kabîla di sala 1997'an de dawî li dîktatoriya Mobûto Seseseko anî û piştî ku Kabîla di sala 2001'ê de bi sûîqestê hate kuştin, kurê wî Joseph Kabîla dest bi rêvebirina vî welatî kir. RDC ji aliyê Kabîla ve tê birêvebirin.