NY hişyar kir: Bi dehan milyon zarok ji derziyên girîng bêpar in!

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da û diyar kir, li dinyayê her yek ji deh zarokan ji derziyên li dijî nexweşiyên kujer bêpar in.

Li gorî rapora derzîkirinê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), li gelemperiya dinyayê herî kêm 20 milyon zarok ji derzîkirinê bêpar dimînin.

Di raporê de hate ragihandin, rêjeya zarokên ku derziyên li dijî nexweşiyên kujer li wan nehatine xistin derdora 10 ji sedî ye û hate gotin, tenê çend ji van derziyan li zarokan têne xistin.

Rapor balê dikişîne ser derziya li dijî vîrusa bi navê 'vîrusa papîlloma ya însan (HPV)'. Di raporê de hate ragihandin ku piraniya wan welatên pêşketî 90 welatan ev derzî xistine bernameya xwe ya neteweyî û hate gotin, "Ev yek jî nîşan dide ku ev derzî ji bo yek ji sê zarokên keç heye."

DERZIYÊN LI DIJÎ DTP Û SORIKÊ DI ASTA 86 JI SEDÎ DE NE

Di raporê de hate ragihandin ku bikaranîna derziyên li dijî dîfterî-tetanos (DTP) û sorik ji sala 2010'an û vir ve kêm bûye û rêjeya wê jî 86 ji sedî ye.

Li gorî rapora hevpar a UNICEF û WHO'yê li dinyayê sala derbasbûyî 350 hezar nexweşên sorik hebûn. Li gorî vê yekê hejmara nexweşên sorik li gorî sala 2017'an bi du qatî zêde bûye.