NY: Fîlîstiniyên li Xezeyê di rewşeke metirsîdar de ne

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk nerazîbûn nîşan da ku Fîlîstîniyên li Xezeyê di rewşeke metirsîdar de ne.

Volker Turk li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got: “Îsraîl sivîlên li Xezeyê bi bêrehmî bombebaran dike.”

Turk bang kir ku şer demildest were sekinandin û dîlgirtî werin berdan.

Li gorî Îsraîlê di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de piranî jê sivîl 1.200 kes mirin û zêdeyî 240 kes dîl hatin girtin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê 16 hezar û 248 kes di bombebaranên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ku ji sedî 70’î zêdetir jin, zarok û ciwan di nav de ne.

Volker Turk got, “Fîlîstîniyên li Xezeyê di rewşeke metirsîdar de dijîn û ev rewş her ku diçe xerabtir dibe.”

Komîser Turk bang li hemû dewletan kir ku ji bo astengkirina van sûcan, demildest tedbîr bigirin.

Volker Turk her wiha nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dermirovî yên rayedarên Îsraîlî û berpirsyarên Hamasê da û got, “Dîrokê nîşanî me daye ku zimanekî bi vî rengî wê bigihije kuderê. Ev yek nayê qebûlkirin, di heman demê de dadgeheke rayedar dikare gotinên bi vî rengî (…) weke teşwîka sûcê hovîtiyê, binirxîne.”