NY'ê nerazîbûn nîşanî 'kuştinên bêdaraz' ên li Venezuelayê da

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet diyar kir, saziyên bingehîn ên hiqûqê yên li Venezuelayê têk çûne û gelek mirov bi rengekî bêdaraz hatine kuştin.

Michelle Bachelet li pêşiya Konseya Mafên Mirovan daxuyanî da û got, "Azadiya fikir, îfade, rêxistinbûn û kombûnê, bikaranîna mafê tevlîbûna li jiyana cemaweriyê rê li ber rîska bersivdayin û zextê vedikin."

Rayedara Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku wan di rapora xwe de bal kişandine ser gefên li mûxalîfan û parêzvanên mafên mirovan tên xwarin, girtina kêfî, êşkence, kiryarên xerab, tundiya zayendî û windakirina bi zorê.

Li gorî Bachelet gelek caran li dijî çalakgeran "hêza tund û kujer hatiye bikaranîn."

Komîsera Bilind destnîşan kir, hêzên taybet ên çalakiyê jî di operasyonên FAES de gelek kes bi rengekî bêdaraz kuştine. Di raporê de ji hikumeta Venezuelayê hate xwestin ku yekîneya taybet a polîsan FAES a ku sala 2017'an hate avakirin bê betalkirin û bi piştgiriya civaka navneteweyî der barê kuştinên bêdaraz de lêpirsîneke serbixwe û bêalî bê meşandin.

Di raporê de hate gotin, sala 2018'an 5.287 kes di çarçoveya operasyonên ewlekariyê yên ku hikumetê ragihand ku li dijî 'berxwedana li dijî otorîteyê' hatine kirin, hatin kuştin.

Venezuela di nava krîzeke giran a siyasî û aborî de ye. Di navbera Juan Guaido yê rastgir ku di serî de DYE bi dehan welat piştgiriya wî dikin û Serokdewlet Nicolas Maduro de şerê desthilatdariyê heye. Guaido piştî ku xwe weke serokê demkî ragihand derdora 50 welatî ew nas kirin. Maduro dibêje, bi rêya DYE'yê gelek caran hewl hatiye dayin ku darbe bê kirin. Di nava welêt de ji bo krîza însanî çareserî nehate peydakirin. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov ji Venezuelayê reviyan.