NY’ê bilançoya koçberên ku sînorê Polonya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Philippe Gonzalez Morales ragihand ku zêdetirî 20 koçberan ji ber tundî û binpêkirinên li ser sînorê Polanya û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane.

Philippe Gonzalez Morales da zanîn ku nobedarên Polonyayê li dijî koçberên ku ji sînor derbas dibin ava bi şid hatiye bikaranîn û got: “Li daristanên di navbera sînorê Polonya û Belarûsê de 20 koçberan jiyana xwe ji dest dane. Desthilatdariya Belarûsê tu tedbîr ji bo çûyîna 2 hezar û 500 koçberên ber bi sînorê Polonyayê ve nestendiye.”

Di sala 2021’an de bi hezaran koçber ku piraniya wan ji Iraq û Herêma Kurdistanê ne,  ji sînorê Belarûs û Polonyayê derbasî Ewropayê bûn. Di navbera her du welatan de krîzekî mirovî çêbûbû û piştre beşek ji wan koçberan vegerandib Herêma Kurdistanê.