NY’ê Baku û Yêrîvan vexwend gotûbêjê ya bi Koma Mînskê

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres Ermenîstan û Azerbaycan vexwend ku di bin sîvana Koma Mînskê gotubêjê bikin. Guterres behsa dewleta Tirk nekir.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres bi daxuyaniyeke nivîskî her du hikumet û gelên Azerî û Ermen ji bo teşvîqkirina refah, aramî û aşitiya herêmî vexwend diyalogê.

Guterres ku diyar kir ew ji bo alîkarîdayîna mirovî ya ji bo Qerebaxa Jorîn amade ne bang li her du aliyan kir ku ji bo garantîkirina alîkariyê ya bi şeklê “Derbaskirina bi şêweyekî azad” hevkariya her alî bikin.

Di daxuyaniya hevbeşa ya koma ku Emerîka, Rusya û Fransa tê de cihê xwe digirin tekez li ser girîngiya Koma Mînsk kiribûn.

Dewleta Tirk ya ku bi awayekî yekser Azarbaycan li dijî Ermeniyan û ji bo şer sor dikir jî daxwaza formatekî gotubêjê ya cuda ku bi xwe jî tê de cih bigire dike.

Piştî ku Senatoya Fransayê pêşnûmeyekî ku Qerebaxa Jorîn nas dike pejirand, Azerbaycanê bang kir ku Fransa ji navbeynkariyê bê derxistin.

Di salên 1990’î de piştî şerê yekem a di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê Koma Mînsk ji aliyê Teşkîlata Hevkariyê û Ewlekariyê ya Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka Qerebaxa Jorîn weke navbeynkar hatibû erkdarkirin.