NY: Di 3 salên bi krîz de 165 milyon kes xizan bûn
Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku ji ber Covîd-19’ê û krîzên dawîn, ji sala 2020’an ta bi niha 165 milyon kes xizan bûne.
Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku ji ber Covîd-19’ê û krîzên dawîn, ji sala 2020’an ta bi niha 165 milyon kes xizan bûne.
Li gor peşbîniya Bernameya Bipêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), ji ber Covîd-19 û krîzên sê salên dawîn ên li ser hev, di navbeyna salên 2020’an û 2023’yan de wê 75 milyon kes zêde xizan bibin û 90 milyon kes wê neçar bimînin ku debara xwe ya rojane bi 3,65 dolaran bikin.
Serokê UNDP’yê Achim Steiner daxuyanî da, got: ‘’Sê salên dawîn welatên bi tidarekên parastinê razemenî kir, rê li ber girt ku hin kes nebin xizan.’’
Steîner, destnîşan kir ku li welatên pir deyndar, deyndarî dibe, xerckirina civakî netêr e û rêjeya xizaniya metirsîdar e.
UNDP’yê ji lew ma bang li van welatan kir ku bi gelê xwe re bibin alîkar û deynê ku divê bidin, rawestînin.
Li gor raporeke NY’yê ku roja Çarşemê hat weşandin, nêzîkê 3,3 milyar kes anku hema bibêje nîvê nifûsa cîhanê li welatên ku ji perwerdehî ya jî tenduristiyê bêhtir pere li faîza deyn diçe, dijîn.
Steîner anî ziman ku ji bo dîtina ji pêş re ya rewşên aloz û absorbkirinê û ji bo yên ji parastinê bê par in bike ku avahîsaziya fînansî bixebite wan pêdivî bi mekanîzmayên nû heye.