NY: Dewleta Tirk 7 sivîl kuştin

Berdevkê Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY'yê Rubert Colvîle ragihand dewleta Tirk 7 sivîl kuştin.

Berdevkê Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY'yê Ruper Colvîle bi daxuyaniya ku dayî got ji ber êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê sivîl zirarê dibînin.

Colvîle got ji ber tevgera leşkerî sivîl têne kuştin, di pêvajoya 2 rojan de ya êrîşên dewleta Tirk de 2 jê jin û 1 jê zarok bi tevahî 7 sivîl hatine kuştin.

Jêderên xwecih dibêjin sivîlên ku hatine kuştin zêdetir in.

AVANIYA SIVÎL DIKIN HEDEF

Colvîle got, ''Me rapor girêda ku ji ber êrîşa hewayî û bejahî ya artêşa Tirk  û komên çekdar ên bi ser wan ve, zirar gihaye ser avaniya sivîl, bendavan, santralên elektrîkê û qadên petrolê'' û domand, ''Ji ber êrîşa hewayî ya Tirk a 9'ê Cotmehê, stesyona avê ya li herêma Alûkê ya Hesekê nema dikare were şixulandin. Bi hezaran mirov ji vê stesyonê hewcehiya xwe ya ava paqij dabîn dikirin.''

LI CIHÊN BI KONTROLA TIRKAN ZILM Û ZORDARÎ LI GEL TÊ KIRIN

Colvîle bi domdarî got, ''Her wiha tê ber guhê me ku li bakurê Sûriyê, li Efrîn, El Bab, Cerablûs û Ezazê ku bi kontrola dewleta Tirk û komên çekdar ên bi ser wê veye, li ser mirovên herêmê kirinên nehiqîqû têne kirin, bûyerên tundiyê didomin.''

Colvîle her wiha ev agahî da: ''Komên çekdar ên bi ser Tirkan ve li van qadan zorê li sivîlan dikin ku mal û milkên xwe, şûnwarên xwe berdin. Her wiha ev komên çekdar tehdeyê li şêniyan dikin, wan dikujin, direvînin, bi darê zorê dest li ser mal û milkên wan datînin. Hê jî nayê zanîn bê ka çi bi serê van sivîlan hatiye, ku ji hêla van koman ve hatine revandin.''