NY destûra Sûriyeyê bi  Tirkiyê, Îranê û Rûsyayê re gotûbêj dike!

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra ji bo destûra nû ya Sûriyê wê li Cinêvê bi Rûsya, Tirkiye û Îranê re rûne.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NY’yê Staffan de Mîstûra îro Sêşemê li Soçî ya Rûsyayê bi nûnerên Îran, Tirkiyê û Rûsyayê re bi rengekî ne fermî rûnişt. Di civînê de li ser komîteya destûrê hate axaftin ku wê ji hikûmeta Şamê û nûnerên muxalefetê pêk were.

Di daxuyaniyê de hate gotin Mîstûra ji bo komîteya destûrê bi encam bike bi ‘bêsebriyekê’ li benda wê civîna fermî ye ku serê Îlonê li Cinêvê wê bi Îran, Rûsya û Tirkiyê re rûne.

Mîstûra Hezîranê jî li Cinêvê li avahiya NY’yê civîneke wiha pêk anîbû lê wê demê lîsteyeke navan a 50 kesî pêk nehatibû.

Komên çete yên bi desta Tirkiyê ku bi rengê ‘muxalîf’ têne binavkirin Tîrmehê lîsteyek ji 50 kesî pêk dihat dabûn. Biryara avakirina komîteya Destûrê Çile li Soçiyê di civîna Sûriyê de hatibû standin.