NY derbarê Rûsyayê biryara ‘lêpirsîna navneteweyî’ da
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî piştî tevgera leşkerî ya ku Rûsyayê li ser Ukraynayê da destpêkirin, biryar da ku derbarê binpêkirinên mafan lêpirsînek were destpêkirin.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî piştî tevgera leşkerî ya ku Rûsyayê li ser Ukraynayê da destpêkirin, biryar da ku derbarê binpêkirinên mafan lêpirsînek were destpêkirin.
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di serê hefteyê de xwestibû bila Moskova dawî li şer bîne û Konseya Mafên Mirovan jî derbarê binpêkirinên mafên mirovan biryarek stend.
Di dengdanê de 32 welatan biryara erê dan, Rûsya û Eritreyê dengê na dan û 13 welatan jî dengê xwe diyar nekirin. Venezuela, Kuba, Çîn, Hindistan û Pakistanê dengê xwe diyar nekirin.
Di dîroka xwe de konseyê cara pêşîn Rûsya kir hedef. Di teksta biryarê de ‘Binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber êrişkariya Federasyona Rûsyayê didome û êrişên li ser van mafan’ hate şermezarkirin.
Di biryarê de bang hate kirin ku divê yekîneyên Rûs û komên çekdar ên ku Rûsya piştgiriya wan dike, ji axa Ukraynayê vekişin.
Hate xwestin komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî û serbixwe were avakirin. Di lêpirsînê de wê delîlên binpêkirina mafên mirovan ên ku Rûsyayê kirine werin berhevkirin.