NY: Covîd-19 wê li welatên bi pêş ve diçin bibe sedema hilweşîna aborî

Ekonomîstên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku pandemiya Covîd-19 wê li welatên 'bi pêş ve dikevin' ku du ji sê parên nifûsa cîhanê lê ne, dibe sedema hilweşîna aboriyê.

Ekonomîstên Konferansa Pêşveçûn û Bazirganiyê (UNCTAD) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo balê bikişînin ser krîza aboriyê ya pandemiya Covîd-19 raporek amade kirin û li Ofîsa Cenevreyê ya NY'ê eşkere kirin.

JI BO WELATÊN BI PÊŞ VE DIÇIN DAXWAZA 2.5 TRÎLYON DOLARÎ KIR

Ekonomîstan bal kişandin ser krîza aboriyê ya ku Covîd-19 li welatên bi pêş ve diçin bibe sedem û diyar kirin, Tirkiye jî di nav de ji bo pêşî li hilweşîna aboriyê ya li van welatan bê girtin divê bi 1.5 trîlyonî alîkariya aborî bê kirin û 1 trîlyon deynên ku divê vê salê bidin bên betalkirin. Ekonomîstan ehr wiha pêşniyar kirin ku ji bo başkirina xizmetên tenduristiyê yên li van welatan 500 milyar dolar alîkarî bên dayin.

Di raporê de hate gotin, "Ji bo welatên ku nikarin bersivê bidin şewbê, ev pêvajo wê bibe felaket û pêşketina wan a ber bi armancên pêşveçûnê wê raweste."