NY: Binpêkirina ambargoya Lîbyayê didome

Mîsyona Netewên Yekbûyî ya Lîbayayê (MANUL) ragihand ku tevî teahûdên konferansa Berlînê bînpêkirina ambargoya çekan a Lîbyayê didome.

MANUL daxuyaniyek nivîskî da û got; “Tevî teahûdên welatên eleqedar ên konferansa Lîbya ya navnetewî ya 19’ê Çile li Berlînê hatî kirin bi awayekî vekirî û bi israr ambargoya çekan a Lîbyayê tê binpêkirin.”

Li Berlînê konferansa Lîbya hatibû lidarxistin û welatên beşdarbûbûn diyar kiribûn ew ê li gorî teahûdên ambargoya çekan tevbigerin. Welatên ku bi vekirî ambargoya çekan binpê dikin balê dikêşe. Serî de rejîma Enqerê tê. Dewleta Tirk piştgiriyê dide hikûmeta birayên Misilman ên navenda wê Trablûsê. Xelîfe Hefter ku rojhilatê welat kontrol dike û welatên weke Mirşînînên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Rûsya û Fransayê piştgiriya Hefter dike.

Bi pêşengiya Moskova û Enqerê di nava aliyan de roja 12’ê Çileyê de agirbestek hatibû îmzekirin. Li gorî NY tevî sûcên beramberî hev bi giştî agirbest didome.

SEWQIYATA LEŞKER Û WESAYÎTÊN ZIRXÎ

MANUL navê welatekê neda lê wiha got; “Ev agirbesta qurfbar ji ber sîstema pêşverû, cebilxane, çek û şervanên biyanî yên piraniya welatên endam ên beşdarî Konferansa Berlînê bûyîn îro dibin gefan deye.

MANUL diyar kir ku binpêkirinên rewşa heyî welat ber bî şerekî nû ve dibe.