NY bang li aliyên li Venezûelayê kir ku tansiyonê kêm bikin

Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li rêveberî û mûxalefeta Venezûelayê kir, ku tansiyonê kêm bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres got, ji ber bilindbûna tansiyona siyasî a li Venezûelayê ew bi 'fikar' in.

Li ser navê Gûterres Berdevkê NY Stêphane Dûjarrîc daxuyanî da û ji aliyan xwest, ku ji bo pêşî li bûyerên şîdetê yên nû bê girtin û nehêlin hê bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, bikevin nava hewldanan.

Bang li hemû aliyên li Venezûelayê bi taybetî li rêveberiya sosyalîst hate kirin û hat xwestin, ji bo kêmkirina tansiyonê bi her awayî hewldan bê kirin.

Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê, li dijî Serokkomarê Sosyalîst Nîcolas Madûro ji meha Nîsanê û vir ve xwepêşandanan lidar dixe û di van xwepêşandanan de zêdeyî 120 kesî jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî, kesayetên girîng ên mûxalefetê Leopoldo Lopez û Antonîo Ledezma, ku li hepsa malê de bûn, bi îdîaya ku "plan kirine birevin" duh hatin girtin.