NY: Şêniyên Sûdan a Başûr bi zanebûn birçî tên hiştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de ragihand ku li Sûdan a Başûr aliyên şer bi zanebûn gel birçî dihêlin û nerazîbûn nîşan da.

Komîsyonek ku di sal a2016'an de di bin sîwana Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de dest bi kar kir, ragihand "Li Sûdan a Başûr sivîl bi zanebûn birçî tên hiştin, tên bêdengkirin. Bi rengekî kêfî tên girtin û nikarin xwe bigihînin edaleta rasteqîn."

Komîsyona navborî ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên mirovan ên di navbera Îlona 2018'an û Kanûna 2019'an hatibû avakirin.

Komîsyonê ragihand ku ji Kanûna 2013'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve civakê gelek êşên giran kişandiye.

Rapora komîsyonê 2 roj beriya bidawîbûna dema avakirina hikumeta yekîtiya neteweyî hate eşkerekirin, ku di çarçoveya peymana aştiyê ya sala 2018'an de biryar li ser wê hatibû dayin. Komîsyonê diyar kir ku ev peyman ji ber kêmasiya îradeya siyasî gelek caran bû mijara pevçûnê û destnîşan kir, "Serdestên siyasî êşên giran ên bi milyonan sivîlan ji nedîtî ve tên."

Piştî rapora komîsyonê agahî hatin parvekirin ku Serokkomar Salva Kîr û lîderê serhildêran Rîek Machar hikumeta yekîtiya neteweyî ava kirine.

Sûdan a Başûr, 2 sal piştî ku ji Sûdanê serbixwe bû di sala 2013'an de kete nava şerê navxweyî. Ji hingî ve ku felaketek mirovî rû da zêdeyî 380 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.