NY: Îran amborgoya çekan a li ser Yemenê binpê kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) got Îranê çek daye milîsên Hûsî yên Yemenê û ambargoya çekan binpê kiriye.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser amborgaya çekan a li Yemenê li ser Husiyan rapor hazir kirin û hate gotin di bidestxistina wan çekan de yên ku li dijî Erebîstana Siûdî de têne bikaranîn, berpirs in.

Di raporê de hate gotin Îranê ambargoya ku NY’yê danîye Îranê binpê kiriye,  di êrîşên dijî paytexta Siûdî de yên bi amûrê hewayî yên bêmrov û moşekên balîstik de malzeme dane.

Di raporê de hate gotin parçeyên moşekan û amûrên hewayî yên bê mirov ên ku li Siûdî hatine xistin, hatine lêkolan û ev parçe aidî Îranê ne. Di raporê de her wiha hate gotin moşek û amûrên hewayî yên bêmirov 2015’an piştî ambargoyê dane Hûsiyan.

2014’an di şerê di navbera milîsên Şiî û  Serokkomar Mansûr Haîde de dest pê kir û piştre Adara 2015’an Siûdî û welatên dî yên Kendavê jî tevlê bûn. Hûsiyên ku Îranê destek didan wan, ji miha Mijdarê ve tenê du caran moşek avêtine Riyadê, ev moşek li ser bajêr hatin tinekirin.